Kongreya Asayî ya 5emîn a HUDA PARê îro li Navenda Kongre û Kultir a Bakurê Enqereyê hat lidarxistin.

“Armanca HUDA PARê di heyama nû de avakirina sîstemeke adil û parvekirina wekhev e”

Endamê Lijneya Îdareya Giştî ya HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz piştî kongreyê ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û wiha got: "Em bi vê bawer in. Ger sîstem ne adil be, parvekirineke bi edalet çênabe. Ger sîstemek bi edalet parve neke, nabe. Bi gotineke din ev meseleyên bi hev ve girêdayî ne, temamkerê hev in. Di vê demê de sîstema heyî ne adil e Di vê nuqteyê de HUDA PAR wê sîstemê biguherîne sîstemeke adil û parvekirina wekhev pêk bîne. Armanca HUDA PARê di heyama nû de avakirina sîstemeke adil û parvekirina wekhev e.”

“Pirsgirêka kurd jî divê bi awayekî adilane bê çareserkirin û parvekirine bi heq bê kirin”

Yilmaz anî ziman ku wateya parvekirina wekhev ne tenê aborî ye, di sîstema heyî de ferqa di navbera dewlemend û feqîran de zêde bûye û got, "Ji bo sîstemek adil be, divê ferqa di navbera dewlemend û feqîran de bê girtin û ferq bê kêmkirin. Mixabin di encama yekdestdarî û reqabeteke ne adil a di bin bandora sîstema kapîtalîst û aboriya bazara azad de, esnafên biçûk, karkerên bi mûçeya herî kêm û teqawît hatine çewisandin. Ji bo ku sîstem adil be, ne tenê di warê aborî de divê di aliyê siyasî û civakî de jî parvekirineke wekhev hebe. Loma jî divê birayekî kurd li vî welatî xwedîyê hemû mafên ku welatiyê tirk e. Yanî ger birayekî tirk bi zimanê xwe perwerde bibe, divê birayê kurd jî bi zimanê xwe perwerde bibe. Di dawiyê de nêzîkî 25 mîlyon Kurd hene. Li vî welatî Kurd, Ereb û Çerkez bi hev re di Şerê Rizgariyê de şer kirin û ev komar ava kirin. Dûre yekî hat û bi hîleyên xwe yên fêlbaz, dewlet tenê ji tirk û laîkparêzan re kir. Yanî ji bawerî û zimanê gel dûr ket. Bi têgihiştina ku her kes tirk in, ji bilî tirkan hemû eşîr hatin înkarkirin. Li vir herî zêde Kurdan zirar dît. Divê pirsgirêka Kurd jî bi awayekî adilane bê çareserkirin û parvekirin. Bi gotineke din divê bi heman awayî ji derfetên dewletê sûd werbigirin.”

“Pirsgirêka kurd, pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên civakî û siyasî hemû jî bi sîstemek adil çareser dibin”

Yilmaz got, "Di warê baweriyê de jî sîstemeke me ya adil nîne. Kesên sekuler, laîk xwe wek xwediyên dewletê dibînin. Kesên dîndar û Misilman li derve tên hiştin. Hîn jî qanûn di rewşa parastina laîk de ne. Lê dema ku heqaretek li Misilmanan tê kirin, ew qas heqareta li mirovên laîk nayên parastin. Îdeolojiya dewletê weke Kemalîzmê tê qebûlkirin, laîktiyê li ser welatiyan ferz dike. Pirsgirêkên civakî û siyasî hemû bi pergalek adil çareser dibin. Ji bo ku dewlet adil be, divê fikrên din bi awayekî azad bên îfadekirin. Yanî divê fikrên din jî wek Kemalîzmê derbasdar bên qebûlkirin. Îro îdeolojiya dewletê Kemalîzm e. Dewlet îdeolojiyê li ser welatiyan ferz dike. Ev îdeolojî laîktiyê li ser welatiyan ferz dike û nahêle li gorî baweriya xwe bijîn. Di vî warî de divê sîstemeke adil bê avakirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên civakî û siyasî hemû jî bi pergalek adil çareser dibin."

“Pêwîstî bi qanûneke bingehîn heye ku di hemû beşên civakê de dabeşkirina wekhev a sermayeyê pêk bîne”

Yilmaz di derbarê makeqanûna nû de herî dawî ev gotin bi kar anîn:

“Pêwîstî bi destûreke bingehîn heye ku dewlet tê de şêwazê jiyanê li ser welatiyan ferz neke. Pêwîstî bi destûreke bingehîn heye ku dewlet tê de cudahiyê neke navbera welatiyan. Destûreke nû pêwîst e. Divê bi vê makeqanûnê dewlet ji nû ve bê dîzaynkirin. Divê di vê avahîya dewletê ya ku tê dîzaynkirin de edalet li pêş be. Divê dewlet adil be. Divê di navbera welatiyan de cudakariya etnîkî û îdeolojîk nebe. Ev yek bi makezagoneke ku îdeolojî û şêwazê jiyanê ferz neke dikare pêk were. Pêwîstî bi destûrek heye ku dewlemend û xizan wek hev bibîne û ji bo dewlemendtir bike nexebite. Pêwîstî bi destûreke bingehîn heye ku di hemû beşên civakê de dabeşkirina wekhev a sermayê pêk bîne. Ger em karibin vê bikin wê aştî di civakê de pêk were. (ÎLKHA)