Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya Elmanyayê ya ku li pêşbirka çaryek fînala Şampiyoniya Ewropayê ya 2024an a di navbera Tirkiye û Hollandayê temaşe kir, di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan û bersiva pirsan da.

Serokomar Erdogan bi bîr xist ku niha zêdetirî 3 milyon koçber ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê ne û wiha got: "Em niha gihîştine wê astê ku gava Beşar Esed ji bo başkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê ra gavekê bavêje em ê li hemberî wî jî heman nêzîkatiyê nîşan bidin. Duh em ne dijminê Sûriyeyê bûn, lê em wek malbat bi Esed ra hevdîtin dikirin. Em dixwazin têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê bînin asta berê. Deweta me dikare her dem çêbibe. Em hêvîdar in ku bi vê vexwendinê em karibin têkiliyên Tirkiye-Sûriyê bînin asta berê. Nêzîkatiyên birêz Pûtîn ên li ser lidarxistina civînekê li Tirkiyeyê hene. Di vê mijarê de nêzîkatiya Serokwezîrê Iraqê hene. Em li her derî behsa navbeynkarîyê dikin, çima bi cîrane me re bi sînordarê me re çênebe?” (ÎLKHA)