Hat ragihandin li Şerîaya Rojava siyonistên terorîst û îşxalker bi ser gelek cihan de girtin.
Derbarê mijarê de ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî û Heyeta Êsîran û ên ku Hatine Berdan ve daxuyanîyeke hevpar hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, rejîma siyonist di 24 seatên dawî de li bajarên Quds, Tubas, El Xelîl û Ramallahê di ser malan de girtin û herî kêm 15 kesan desteser kirin.(ÎLKHA)