Temsîlkarên sazîyên sîwîl ên civakî yên ku li Diyarbekirê fealîyetên xwe birêve dibin derbarê vê qerara Partîya DEMê ya girtina qursên Quranê  de daxuyanî dan û bertek ji qerarê re nîşan da. Temsîlkaran destnîşan kirin, ti kesî bi girtina qursên Qur’anê tiştekî qezenc nekiriye û dê qezenc nekin jî.

“Ji Partîya DEMê re wezîfe hatiye dayîn da ku ew nirx, bawerî û orfên xelqê ji holê rabike”

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê Memur-Senê Remezan Tekdemîrê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir wisa got: “Partîya DEMê li dijî bawerîya xelqê tehemmûla wê tune ye û vê yekê bi vê qerarên ku distînin aşkere dke. Partîya DEMê bi îddîayên xizmetkirina ji xelqê re derdikeve rê; lêbelê bawerîya xelqê binpê dike. Berî niha bi qerara meclîsa şaredarîyê  qerar hatibû dayîn û hinek avahî ji miftîtîyê re hatibûn teshîhkirin da ku li van avahîyan ji zarokên me re li gor bawerîya wan ders bên dayîn.  Lê belê şaredarîya Partîya DEMê vê qerara ku hatibû datîn betal kir û pêşîya vê xizmetê girt.  Ew bi vî awayî  bi temamê derfetên xwe hewl didin  nirxên bawerîyê yên gelê me ji holê rabikin. Partîya DEMê qetîyen li hember dînê me û kitêba me ya pîroz bi hûrmet tevnagere û berawajîya vê yekê li temamê wan sepanên ku li dijî bawerîya me ne xwedîtî dike. Ji Partîya DEMê re wezîfe hatiye dayîn da ku ew nirx, bawerî û orfên xelqê ji holê rabike.”

Temsîlkarên din ên STKyan jî derbarê mijarê de ji DEMê re bertek nîşan dan û wisa gotin:

Mewlud Yildizê Serokê Şubeya Diyarbekirê ya Dîn Bîr-Senê : “Ma qet karekî din ê şaredarîyê tune ku radibe ji girtina qursên Quranê dest bi kar dike?”

Cîhat Kaplanê Koordînatorê Platforma Nesla Quranê: “Ji ber qerara ku hatiye girtin em şaş ne man, lewra HDPya ku DEM berdewama wê ye înşaaya 4 camîyên li parkan dabûn sekinandin û qerara xerakirina wan dabû.  Çawa ku me berî niha jî gotûbû em bi heman awayî a niha jî dibêjin ti kes nikare nûra Quranê bitefîne.”

Alî Sarihanê Serokê Îxwan Derê: “Teşebûsên xelet ên bi vî awayî li ser vê coxrafyayê neceribînin. Ev teşebûsa Partîya DEMê ya girtina qursên Quranê  niyeteke pir xerab e. Em ê bi rêyên femrî hisabê vê yekê bipirsin.”(ÎLKHA)