HUDA PAR, bi mijara “Sîstema Adil Parvekirina Biheqî” Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn pêk tîne.

Endamên partiyê yên ku ji gelek deverên welêt ji bo kongreyê hatibûn paytextê, ​​serê sibê li ber Navenda Kongre û Çandê ya Bakurê Enqereyê kom bûn.

Li derdora salonê ji trafîka wesayît û peyayan re bi bariyeran hat girtin, ji bo kesên ku wê beşdarî kongreyê bibin noqteyên ewlehiyê hatin çêkirin. Endamên partiyê û mêvan piştî lêgerîna bedenan hat destûr dan ku bikevin salonê.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu piştî silavkirina endamên partiyê yên li ber kongreyê kom bûn ket salonê.

Yapicioglu di ketina salonê de destpêkê Meclîsa Kongreyê û piştre jî endam û delegeyên partiyê silav kir.

Salona Kongreyê; Bi alayên partiyê yên ji rengên kesk, zer û spî pêk dihat hat xemilandin.

Di salonê de him Kurdî û him Tirkî pankartên: "Pêşî Însan Pêşanî Edalet", " Adil Sistem Hakça Paylaşım ", "Sîstema Adil Parvekirina Bi Heqî", " İstikamet Üzerine Emin Adımlarla", "Malbata Bihêz, Nifşa Biexlaq, Civaka Paqij" û "Da'wa me Edalet e, Bîratî ye, Aşîtî ye" hatin daliqandin, her wiha wêneyên şehîdên 6-8ê Cotmehê jî weke şehîd Yasîn Börü û hevalên wî yên ji aliyê HDP'ê ve hatibûn qetilkirin, nehatin jibîrkirin.

Li salona kongreyê posterên Şêx Seîdê Palo, Bedîuzzeman Seîdê Nursî, Mehmet Akîf Ersoy û Alî Şukru Beg jî hatin daliqandin.

Kongre bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir û bi vekirin û rêzgirtinê dewam kir.

Berdevkê HUDA PARê Emîroğlu axaftina vekirinê kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê Partiyê Yunus Emîroğlu di kongreyê de axavtina vekirinê kir.

Emîroğlu got ku kongre ji partîya wî, milet û welatê re xêrê bîne û hemû şehîdên di dîroka mirovahiyê de di rêya Xweda de şehîd bûne bi rehmet û minetdarî bi bîr anî.

Emîroğlu destnîşan kir ku ew birayên xwe yên ku ji bo ummetê bi taybetî li Filistînê canê xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin û berxwedana wan a destanî bi dil û can silav dikin û gotinên xwe wisa domand: "Ez pêşengên me yên ku di roja îroyîn de ked dane doza me ya azad bi rêzdarî silav dikim. Riha hemû pîrozên me yên ku koçî axretê kirine şad be."

Emîroglû destnîşan kir ku ew 12 sal in di qada siyasî de bi bawerî û îradeya neşikestî di bin ronahiya têgihiştin, îlke û prensîbên ku di bernameya partiyê de dane pêş, di qada siyasî de xizmeta gel dikin û got û da zanîn ku; mijara wê însan e, bingeha wê edalet û navenda wê jî bawerî ye.

Emîroğlu got, "Di tevahiya serpêhatîya xwe ya siyasî de em her tim di emrê Xwedê de bûn û di xizmeta gelê xwe de bûn. Me rastiyan anî ziman. Me li ber xwe da. Me siyaseta xwe ya rast, bêyî ku hesabên rojane bişopînin kir û dikin." (ÎLKHA)