Kongre li navçeya Keçîorena  Enqereyê li Navenda Çand  û Kongreyê ya Enqereyê tê tertîpkirin.  Temsîlkarên gelek partîyên siyasî û sazîyên sîwîl û her wisa 952 delegeyên ku dê di kongreyê de deng bidin beşdarî kongreyê bûn.

Salona kongreyê bi al û bayraqên partîyê û bi flamayên ku li ser wan “Pêşî Însan Pêşanî Edalet û Sîstema Adil Parvekirina Bi Heqî” dihat nivîsîn hat xemilandin.  Her wisa sûreyên Şehîd Şêx Seîd, Bedîuzzemanê Kurdî û sûretên şehîdên 6-8ê Cotmehê hatin daleqandin.

 Parlementerê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli di kongereyê de axavtinek kir.

“Ez dixwazim vê mizgîniyê jî bidim we:  ne di muhleteke dûr û dirêj de   bi izna Rabbê alemê, di nêz de dara HÜDA PAR’ê wê fêkiyên xwe jî bide”

Ramanli di destpêka axavtina xwe de got ku  gelî endam û reveberê Doza Azad,  xwuşk û birayê me yên ezîz, mêvan û beşdarên birûmet! Silav û rehmet û bereketa xweda li ser we teva be. Pêncemîn kongreya me ya asayî  li me û li hemû gelê me  pîroz û mubarek be û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda ra be.  Piştî gelek demên bi ezîyet û tengayî, tovên ku me reşandin li axa welatê xwe,  roj bi roj şaxê xwe berdane erdê,  zîl dan, bişkivîn, çîçek û gul dan.Îro behna wê  li hemû bajar û welatan belav dibe. Kesên ku hêviya şînbûnê  ji tov û bizrê vê dawê nedikirin,  îro lê heyran mane. Kesên ku hêviya geşbûn û mezinbûnê  ji dara ve dawê nedikirin,  îro mat mane, em dizanin ku  şînbûn û zîl dan bişkivîn û guldan  tev bi îzn û bereketa Rabbê alemê ye. Muhaqak ev netîce bi tevlî işq û bawerî, ta’b û eziyet û fedakariya we jin û hermeta ye, û we xort û egîda ye. Bê şubhe  eserě xweydan û xwîndanê ye jî. Bila herkes bizanibe mîna cotkarên bixîret  wê xebatên me berdewam bin. Ji şerqê heta xerbê, ji başûr heta bakûr  em ê çolê xwe bikin daristan, erdê xwe yên bejî bikin gulistan. Ez dixwazim vê mizgîniyê jî bidim we:  ne di muhleteke dûr û dirêj de   bi izna Rabbê alemê, di nêz de dara HÜDA PAR’ê wê fêkiyên xwe jî bide.em wek HÜDA PARê  heta duh tenê me xwe temsîl dikir  tenê barê me li ser milê me bû,  û tênê mesuliyeta me di situyê me de bû.  Lê îro em di meclisê de  milletê xwe jî temsîl dikin  û barê gelê me jî li ser milê me ye. Wê rojek were tevlî bar û temsîlîyetê, ew ê mes’uliyeta milletê me jî  têkeve situyê me.  Ha hingê herkes wê bibîne  ku fêkiyên dara hüda par’ê çi bi lezzet û fêde ne. Piştî ewqas ders û erhaleyan derbasbûyî,  ew kesên ku hêj jî hêviya ji hüda par’ê nakin,e wê li çokê xwe xin û poşman bin.

“Wek ku Bedîuzzeman Saidê Kurdî ji me ra tarîf kiriye, em xwe bi îttîfaqê, bi marîfetê û bi sin’atê bixemilînin. Da ku milletê xwe  ji wan êş û birîna, xelas bikin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser rewşa mewcûd a ku millet di nav de ye û wiha got : “Ji ber vê  ez bang li hemû gelê me dikim, bang li ehlê ujdan û însaf dikim, li yar û xwerxazên gelê xwe dikim. Bang li jin û mêran dikim li keç û xortan dikim. Bes çavên xwe li der û dor bigerînin.  Êdî bes çavdêriya xelaskaran bikin. Azadiya me jî rizgariya me jî hizur û xweşiya me jî bi hiskirinê ye. Bi biratiyê ye. Bi merhametê ye. Bi yekîtîyê ye. Bi dehan salan ew ê ku digotin ka wê çare ji ku werî ev zilma han çewa herî… de îro va ye xuyaye, bi sekn û îrada xwe bi gotin û xebata xwe HÜDA PAR yekser rewitiya riya însaniyetê ye. HÜDA PAR navê birêveçûna ber bi edaletê ye. Ji lew ra em dibêjin werin! Cihê we ev der e.  HÜDA PAR mala we ye.  Mala xwe ji xwe xalî nehêlin.  Werin mil bidine milê xuşk û birayê xwe… Gelî mêvanan, roj derbas dibin, meh derbas dibin sal derbas dibin  lê hêj jî birînên me, û nexweşiyên me rehet nabin û me terk nakin. Ev zêdeyî sed salî ye ku  cehalet, feqîrî û îxtîlaf  pişta me şikandiye. Wek ku Bedîuzzeman Saidê Kurdî ji me ra tarîf kiriye, em xwe bi îttîfaqê, bi marîfetê û bi sin’atê bixemilînin. Da ku milletê xwe  ji wan êş û birîna, xelas bikin. Me fêm kiriye ku di îttîfaqê de quwet,  di îttîhadê de heyat,  di biratiyê de seadet di hukumetê de selamet heye. Em ê werîsa îttîhadê û muhabbetê qewî bigrin. Lewra çare her ew e.  Dê hingê em ê tekmîl bikin dîn û dewlet, tahsîl bikin îlmû hîkmet.  Û xwe ji bin lomeyên Ahmedê Xanî êdî xelas bikin. Gelî hazir û guhdaran, hizur û rihatiya me serkeftin û pêşketina me bi edaletê mumkin e. Edalet jî  bi biratiyê, biratî jî  bi hiskirinê û bi muhabbetê mumkin e.  Heta em hes ji hevûdu nekin  em ê nikaribin dilê xwe li hevûdu vekin. Wek çawa ku Roniya Çava (sxl) gotiye ku mifteha dil jî  eşkerekirine.

“Nebin alet û kole ji xêrnexwazên dîn û dinya xwe re”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de navnîşana çareserîyê û wiha got: “Sertac û sercewhera me îslamîyet e. Ew, dawa edalet û biratiyê li me dike.  Emrê hiskirin û muhabbetê li me dike.  Cewheren me yên mîlliyetê û însaniyetê jî vê dawê li me dikin.  Naxwe kîn û edawet, hesûdî û çavnebarî  ne ji xeslet û meslekên me ne.  Hiskirin û muhabbet, vek tîrêjên rojê ye, berf û cemedên kîn û edawetê dihelîne. Ji lew leşkerên kîn û edawete, ji ber muhabbetê feryad û fîxanan dikin. Çiqas dilgermahî û hiskirin di nava milletê me de belav dibe  dinya li wan teng dibe. Dengê wan heta ji çol û çiyan bilind dibe. Di dema çûyî de we bixwe jî bihîst. Gelî xuşk û bira. Gelek kes hene an ji hesûdîya  xwe an ji ber ku dilê wan ji me re naxwaze, bi eşkere nabêjin û naxwazin bê gotin. Lê belê bawer bikin ku ew jî  hew dikarin veşêrin.biratiya me, yekîtîya me, fedakariya me, muhabbet û samimiyeta me dîqat û nazara dost û neyara teva dikişîne. Car bi car îtîraf jî dikin. Xweziya xwe bi me tînin. Lazim e em van wasf û ewsafê xwe wunda nekin. Heta ku em guh nedin pasn û fortan, berê xwe nedin heramiyê û tenezzulî menfaatên şexsî nekin, her biçe em ê mezin bibin. Peşiya me vekîrî ye û inşallah kes nikare bigire. Lê werin, em hevîyekî, ji hev bikin.  Her çi bin jî, em gelê xwe, milletê xwe  ji edaleta xwe, ji merhameta xwe, ji muhabbeta xwe, ji xwedî lêderketin û hiskirina xwe  mehrûm nekin. Gelê me dibe ku qîmetê me  û qenciya me nizanibe jî. Lewra em ê bizanibin ku çavên herî kor, bi hiskirinê dibînin,  guhên herî ker jî, bi hiskirinê dibihîzin. Divê ku em hiskirina xwe  têxine dilê milletê xwe.  Da ku bi çavê xwe me bibînin, bi guhên xwe hisa me bikin. Hingê wê karibin dost û neyarê xwe ji hev nasbikin. Êdî li xêra xwe bigerin. Nebin alet û kole ji xêrnexwazên dîn û dinya xwe re. Em dizanin ku ev millet milletê me ye. Bi sercewhera Îslamiyetê em biheve girêdayîne ji hev nayin veqetandin,  ji hev nayîne șuștin. Her çi qas nezanbin jî, çiqas ji bîr û baweriya xwe xafilbin jî,  çiqas bi tesîra xwedênenasan ji taet û îbadetên xwe dûr ketibin jî, cewhera milletê me Îslam e. Muhafeze kirina civatê û nexasim nesla nû ji heramî û pîsîtayîye û ji fikrên xerab; xebata înșa kirina șexsiyetek bibîr û bawerî heqê wan e di situyê me de. Ya din;  bi cewhera milliyetê em biheve girêdayîne ji hev nayin veqetandin, ji hev nayîne șuștin. Felaketa înkar û asimilasyonê ku bi deh salan bi serê me de hatiye, perçiqandin, mihacirî, feqîrî, kuştin, girtin, zîndan, gelê me ji hiş û aqil kiriye. Xwedî derketina li heq û huquqê gelê me,  di perwerdehiyê û xizmetên fermî de, mudafaa kirina zimanê kurdî, dawa wekheviya hebûn û nasnameyên gelê kurd û hemû qewmên din jî barê ser milê me ye. Ya din, bi cewhera însaniyetê em biheve girêdayîne ji hev nayin veqetandin, ji hev nayîne șuștin. Ji mahkeman bigirin, heta cirm û aboriyê, ji nexweşxana û mekteban bigirin heta debar û îdara jar û feqîran, ji xebatên derheqen jinan, ciwanan û yextiyaran bigirin, heta xizmetên şaradariyê de da’wa edaletê, meslek û wazîfa me ye. Bi xweziya bê xebat kes negîştiye mirad lê bes, xebateke bizanebûn, birêveçûneke bihîkmet, mifteha serkeftinê ye. Bi îzna xweda em ê ji muwaffaq bin.  Gelî xuşk û birayěn ezîz, ji roja ewil heta îro  gelek xuşk û birayên me ji vê wazîfê û mesuliyeta mezin, xwe nedane paş. Bi îmkan û qabîliyetên xwe di vê riyê de emir borandin, mîrasek pir biqîmet û heja ji me ra hiştin. Bi vê wesîlê ez wan azîzan bi rehmet û rêzdarî bibîr tînim..  Em jî ne ku tenê bêjin ev car werin bi hevra wek wan em jî bêjin  “her car HÜDA PAR” mala we ava bimînin di xêr û xweşiyê de.” (ÎLKHA)