Kongre li navçeya Keçîorena  Enqereyê li Navenda Çand  û Kongreyê ya Enqereyê tê tertîpkirin.  Temsîlkarên gelek partîyên siyasî û sazîyên sîwîl û her wisa 952 delegeyên ku dê di kongreyê de deng bidin beşdarî kongreyê bûn.

Salona kongreyê bi al û bayraqên partîyê û bi flamayên ku li ser wan “Pêşî Însan Pêşanî Edalet û Sîstema Adil Parvekirina Bi Heqî” dihat nivîsîn hat xemilandin.  Her wisa sûreyên Şehîd Şêx Seîd, Bedîuzzemanê Kurdî û sûretên şehîdên 6-8ê Cotmehê hatin daleqandin.

Kongreya bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu berdewam kir.(ÎLKHA)