Hîcreta ku ji bona Misilmanan meseleyeke muhîm e, di dîrokê de rûpeleke nû vekirîye. Roja ku hîcret hatîye kirin di dewra xelîfetîya Hezretî Omer de, bi pêşnîyazîya Hezretî Alî serê teqwîma Hîcrî hatîye hesibandin. Ji wê rojê pê ve jî di alema Îslamê de 1ê Muharremê destpêka teqwîmê hatîye qebûlkirin.

Roja ‘ewil ya Muharremê ku salvegera Hîcretkirina Hezretî Muhammed (silat û silav li ser wî be) ji Mekkeyê li Medîneyê, sersala Hîcrîyê tê hesibandin, ew ê îro di navbera Misilmanan de bi bernameyên cuda bê pîrozkirin.

Pêxemberê me di hedîsa xwe de qala muhîmtîya rojîgirtina di serê vê mehê de, di ortê vê mehê de û di dawîya vê mehê de jî kirîye û ev muhîmtîya girtina vê rojîyan jî di gelek hedîsan de derbas dibe. Ji ber vê yekê roja ‘ewil ya salekî Hîcrîyê bi rojîyê bê pêşwazîkirin, rojîgirtina sibê ya roja ‘ewil a meha Muharremê, ew ê ji Misilmanan re xêreke mezin bide qezenckirin.

Meha Muharremê ji ber hewandina roja Aşureyê di nav xwe de jî ji bona Misilmanan muhîmtîyeke mezin e. Di tarîxa Îslamê de bi tevî gelek tiştên xweşik ên bi roja Aşurayê, qetilkirina Hezretî Huseyîn û zilm û tehdayîyên ku ji Ehlî Beytê re hatine kirin li Kerbelayê, hênajî Misilmanan diqehirîne…

Bi vê wesîleyê bi navê Ajansa Nûçeya A Îlke, sersala Hîcrî pîrozbayî dikin, ji Xwedê Teala daxwaz dikin ku bila ji qedandina êrîş û zilmên li ser ‘erdên Îslamê û li ser Misilmanan dawî bibe û ji Misilmanan re jî bibe wesîle ku bila tev bi hevdû re li hember kufrê bibin yek. (ÎLKHA)