Li gor agahiyên li medyaya herêmî, di encama bahoza ku li Şandonga wilayeta rojhilata Çînê xist de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bahozan roja înê piştî nîvro li hin cihên bajarê Hezeyê ku di nava wan de navçeyên Dongmîng û Juancheng jî hebûn xist û 88 kes birîndar bûn.

Li gorî ajansa Xînhuata aidî dewletê, di nava wan birîndaran de 5 kesên ku piştre mirin jî hene.

Rayedaran gotin ku, 2 hezar û 820 xanî, 48 xeta ceryanê û 4 hezar hektar cihê çandinîyê zirar dîtine.

Li gorî Chîna Weather Newsê ya ku girêdayî Îdareya Meteorolojîya Çînê, babilîskan bêhtir weke li başûr û qeraxên Guangdong û Jîangsûya Çînê tên dîtin. (ÎLKHA)