Li wîlayetê di nav 24 seatên dawîn de baraneke dijwar û bahozek tesîrdar e, ji ber vê rewşê 10 navçe tesîrdar bûn.

Li gorî çavkanîyên herêmî li welat herî kêm 19 kesan ji ber brûskê canê xwe ji dest dane, 7 kes jî birîndar bûne. Hat îfadekirin piranîya mirîyan mirovên ku li nav erd dixebitîyan û xwe sipartine binê daran in.

Hat diyarkirin ku li herêma Bhagalpurê 4 kes mirine û mirinên herî zêde jî ev wîlayet bûye. Li herêmên Begusarai û Jehanabad herêka 3 kes, li herêmên Madhepura û Saharsayê jî herêma 2 kes canê xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku li herêmên Rohtas, Vaishali, Saran, Supaul û Champarana Rojhilat jî herêka yek kes mirine.

Li Hîndistanê bi destpêkirina baranên musonê mirîyên ji ber brûskê jî zêde dibin. (ÎLKHA)