Li gorî Associated Pressê, rayedarên Emrîqayê îfade dikin ku di bûyeran de herî kêm 33 kes mirine û ji wan jî 11 kesên wan li Chicagoyê bûne.

Serokê Şaredarîya Chicagoyê Brandan Johnson, îfade kir bûyerên ku di rojên dawîn de pêk hatine, “bajêr kirîye nav xemgînîyekî mezin”

Hat diyarkirin ku li Huntington Beacha Kalîfornîyayê dema ku hûnera agirbazê qedîya bi çekan şer derket û di wan bûyeran de jî du kes mirine sê kes jî birîndar bûne.

Li Bostonê di roja Înê de di seat 01.30yan de bi çekan şer derket û kesekî canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin mirin û birîdarbûnên dinê jî li herêmên dinê pêk hatine. (ÎLKHA)