Partîya DEMê ku meseleya dersgirtina zarokên biçûkan hezm nake, ji bona ku kursên Quranê yên ku li hember îfsadê disekinin fealîyetan nekin astengîyan derdixe.

Qursên Quranê yên ku xelkê herêmê gelek teweccûh nîşan didin û zarokên xwe dişînin, dîsa bû hedefa Partîya DEMê. DEM li navçeya Rezan, Kayapinar û Sûrê qursên Quranê hedef girt; ji 12 avahîyên ku 10 qursên Quranê di nav de fealîyetan dikin re xwest ku bila di nav 30 rojan de vala bikin.

Hevserokê Partîya DEMê Tuncel Bakirhan, di weşana televîzyonekî de îfade kiribû ku ew ê bi fealîyetên hûner û çandê li hember medrese û qursên Quranê bisekinin.

Bakirhan di heman bernameyê de derheqê medreseyan de gotibû ku “Wek aşîtê mezin dibin”

Ji teref Yekîneya Çapemenîya Miftîtîya Bajêr ya Dîyarbekirê ve hat îfadekirin ku ev mesele ji dadgehê re hatîye şandin.

Partîya DEMê berê jî medreseyan ji xwe re kiribû hedef

Tuncel Bakirsan di bernameya televîzyonê de îfade kiribû li herêmê medrese gelek talûke ne û weha gotibû, “Bi taybetî li herêmê ji cîhê dibistanê zarokan dişînin medreseyan, însanên me ji ber tinebûnîyê zarokên xwe dişînin terîqet û medreseyan. Ev tercîhekî bi şiûr e. Divê civaka Tirkîyeyê û partîyên sîyasî li hember vêya bidîqet bin.”

Heman zêhnîyet li Sêrtê jî qursên Quranê hedef girtibû. (ÎLKHA)