Ebû Hamza destnîşan kir ku îşxalkeran direvin û Netenyahu û hikumeta wî ji rastîyê veqetandîne, ji dijmin re îzîn nayê dayîn ku bila di cîhekî de mewzî bigrin.

Ebû Hamza, “Dijmin direve û manewra dike; Netenyahu û hikimeta wî ji rastîyê cudatir hereketê dike, tu sîyasetekî nakin û tenê dixwazin ku bila herb berdewam bike. Tiştê ku wan bike rewşa zor ku herbê bidin sekinandinê telefbûna artêşa wî ye. Dema ku em dijminê xwe wek îşxalkeran biwesifînin tê vê maneyê ku em ê heta guleyên xwe yên dawîn bi wan re herbê bikin. Berxwedana me ya li Xezzeyê dijmin şaşwaz kirîye û nikare tiştekî bike. Berxwedana me, herba herî zor yanê herba nav bajêr bikartîne. Ji bona vêya jî perwerdehî hatine girtin, hûner û qabilîyet hatine amadekirin. Berxwedêrên me di nav Xezzeyê de û di bin Xezzeyê bi dildarî ji nû ve dest bi herbê kirine. Bi îzna Xwedê zefera li hember dijmin wa tê û ew ê bê qezenckirin jî, nîşana vana tiştên ku li ber çavan in û her roj vana jî zêde dibin.” (ÎLKHA)