Demîr bal kişand ku ew qetilkirina 33 kesan hêj ji bîrnekirine, derheqê meseleyê de weha got:

“Em îro di salvegera Qetlîama Başbaxlarê de ne… Çeteyên bi plankirî ya ku êrîşî gundê Başbaxlara ku girêdayê navçeya Egîna Erzîncanê ye kirin, bi bûyerên Sêwasê dest pê kirin û merhaleya duyemîn a provokasyona ‘kûr’ bikaranîtin û 33 însanên mesum qetil kirin! Yên ku dixwestin Madimakê bavêjin ser hinekan, Başbaxlarê nedîtin û xebitîn ku ser wî bigrin, ev jî nîşan dide ku failê herdu bûyeran jî yek e. Qetlîama Başbaxlarê wek Qetlîama Sûsayê ji hemleyên sazîyên çeteyan yek bû ku dixwestin civakê ji xwe re bikin êsîr. Ez di salvegera Qetlîamê de ji Xwedê ji bo yên ku hatien qetilkirin daxwazîya rehmê dikim, qatilên wan jî lenet dikim.” (ÎLKHA)