Li gorî daxuyanîya ku ji teref Navenda Çapemenîya Komîteya Dewlet a Ewlehî ya Netewî ve hatîye belavkirin, komeke “krîmînal û xerabker” ku planên bêîstîqrarkirina rewşa civak-polîtîkaya welatê xera bike û desthilatdarîyê bigre destê xwe hatîye astengkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama operasyonan de di nav malên wan û wesayîtên wan de cîhazên teqemenî, çek, cebilxane, telsîz, cil û bergên polês û leşkeran û ÎHA hatine bidestxistin. (ÎLKHA)