Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku di koordînasyona Serokatîya Daîreya Îstîxbarata Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê û Serokatîya Daîreya  Micadeleya bi Terorê re de li Enqere, Entelya, Aydin, Dûzce, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Qeyserî, Qirşehîr, Kîlîs, Qocaelî, Qonye, Kutehya, Manîsa, Seqerya û Rihayê li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin.

Di encama operasyonan de 45 şikdar hatin qefaltin, gelek pere û amûrên dîjîtalî jî hatine bidestxistin. (ÎLKHA)