Li gorî daxuyanîya ku ji teref Yekîneya Parastina Sîvîl a Xezzeyê ve hatîye belavkirin, rejîma îşxalker, li Taxa Derecê ji mala malbata Zeyno re êrîşa asîmanî li dar xist.

Rayedarên parastina sîvîl diyar kirin ku di bûyerê de şehîd û birîndar hene. Di encama êrîşê de xanî bi temamî xera bû û li herêmê jî zerareke mezin pêk hat. (ÎLKHA)