Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê diyar kir ku sîyonîstên îşxalker li Şerîaya Rojava û Qudsê êsîrgirtinên xwe zêde kirîye, di nav 24 seatên dawîn de 20 Fîlîstînîyên dinê jî hatin êsîrgirtin.

Hat îfadekirin ku heta niha hejmarê êsîran gihaştîye 9 hezar û 510 kesan.

Rejîma îşxalker ji ber ku HAMASê operasyona Tofana Eqsayê daye destpêkirin ji 7ê Cotmehê vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê Fîlîstînîyan bi îddîayên curbecur û beredayî êsîr digre. (ÎLKHA)