Baregeha Serok Barzanî li ser serdana xwe ya Bexdayê daxuyaniyek da.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û lijneya pê re îro piştî nîvro gihîştin Bexdayê û ji aliyê cîgirên serokwezîrê Iraqê Dr. Mihemed El Temîm û Dr. Fuad Husên û hejmarek ji rayedarên hikûmet û siyasî yên Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku biryar e di çarçoveya serdana xwe de Serok Barzanî li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, aliyên siyasî û hejmareke balyozên welatên biyanî yên li Bexdayê bicive. (ÎLKHA)