Sîgrîd Kaag, got ku li Xezzeyê ji ber êrîşên îşxalê tenduristîya xelkê xera bûye û bi tevî vêya jî sefaleteke însanî heye.

Kaag, diyar kir ku piştî êrîşa îşxalê ku di 6ê Gulanê de li dijî Refahê dabû destpêkirin, ji 1 milyonê zêdetir însan di nav bêhêvîyê de ji xwe re sitargehek digerin û cardin li Xezzeyê ji cîhê xwe bûn.

Kaagî bal kişand divê li Xezzeyê belavkirina biryara bi hejmara 2720an a Konseya Ewlehî ku ji bo alîkarîyan bêne lezkirin û hêsankirin çarçoveyek çêdike bê tetbîqkirin.

Bal hat kişandin ku divê ji Xezzeyê re alîkarîyeke daîmî bê kirin û bi teybetî ji başûrê Xezzeyê re derbasbûnên zêde bêne vekirin. (ÎLKHA)