Derbarê mijarê de ji teref Faysal Yusufê Berdevkê ENKSê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Yusuf di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir,  hêzên qaşo yên PKK/PYDê li Qamişloyê  êrîş birine li ser wan, di êrîşên ku hatin kirin de pîrek û îxtîyar jî di nav de herî kêm 100 kes ji wan birîndar bûne û ew ê ti car li ber van êrîşan teslîm nebin û micadeleya xwe ya sîyasî bidomînin.(ÎLKHA)