Doh li navçeya Torbaliya Îzmîrê di avahîyekê de ji ber xazê teqîneke dijwar pêk hatibû. Di encama teqîna ku li Taxa Ayrancilarê pêk hatibû de  4 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahîyên ku nû hatin bidestxistin ji ber teqînê hejmara mirîyan derket 5an û ya birîndaran jî derket 57an.

Hat hînbûn ji ber teqînê di 11 avahîyan de jî zirar pêk hat.(ÎLKHA)