Erdogan, di 3-4ê Tîrmehê de ji bona ku beşdarî Lûtkeya Serokên Hikumet û Dewletên Rêxistina Hevkarîya Şanghayê bibe ew ê biçe Astanaya Qezaxistanê.

Hat diyarkirin ew ê di 6ê Tîrmehê de jî biçe Ezerbaycanê û beşdarî Lûtkeya Nefermî ya Serokên Dewletên Teşkîlata Dewletên Tirk bibe, wê di 9-11ê Tîrmehê de jî ji bona ku beşdarî Lûtkeya Serokên NATOyê bibe biçe Washington DCya paytexta Emrîqayê.

Tê plankirin ku Erdogan di van zîyaretan de bi hevkarên xwe re hevdîtinên dualî bike. (ÎLKHA)