Sazîya Çêkirina Pîyasaya Enerjîyê (EPDK), daxuyand ku ji ceryanê re ji sedî 38 zem hatîye kirin.

Bi tevî vê zêdebûnê aboneya xanîyekî ku 100 kWh ceryanê dişxulîne ew ê 207,23 TL heqê wî bide.

Li gorî vê daxuyanîyê ji xanîyekî re ji sedî 38, ji çandinîyê re ji sedî 30, ji bo raya giştî û sektora teybet jî ji sedî 38 û ji bo kademeya bilind jî ji sedî 20 zem hatîye kirin.

Hat destnîşankirin ku ew ê tarîfeyên nû ji 1ê Tîrmehê şûn va derbasdar bibe. (ÎLKHA)