Xamaneî, di salona li Îmam Humeynî Huseynîyeyî de raya xwe avêt.

Xamaneî, piştî ku raya xwe avêt ji çapemenîyê re daxuyanî da û di destpêka daxuyanîya xwe de Serokkomar Îbrahîm Reîsî  û rayedarên dinê yên ku di qezayê de canê xwe ji dest dabûn yad kir.

Xamaneî îfade kir ku rojên hilbijartinê ji bo Îranîyan “rojên kêf û şahîyê ye” dûre Xamaneî weha got, “Berdewamî, îstîqrar, îzzet û îtîbara di nav dinyayê de ya Komarîya Îslamî bi hebûna xelkê re girêdayî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ku bila xelkê me rayên xwe bavêjin û ji vê meseleyê re ehemmîyetê bidin, em ji wan re tewsîye dikin ku bila beşdarî ev îmtîhana sîyasî bibin. Înşaallah ji bo vê welatê ew ê herî baş û herî bi feyde bê hilbijartin, bila salên pêş bi îzna Xwedê rojên û salên baş û xweş bin.” (ÎLKHA)