Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand, li Edene, Bûrsa, Stenbol û Manîsayê operasyona Bozdogan-47an hat lidarxistin.

Wezîr Yerlîkaya, daxuyand ku di koordînasyona Serokatîya Îstîxbarata Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê û Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Terorê re de; ji teref Midurtîya Ewlehî ya Bajêr ve operasyon hatin lidarxistin û di encama wan operasyonan de 28 şikdar hatin binçavkirin.

Yerlîkaya îfade kir ku di operasyonan de gelek pereyên biyanî û Lîraya Tirk jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)