Di roja 265emîn a Operasyona Tofana Eqsayê de Tûgayên Qessam, li Xezzeyê ji îşxalkeran re zayîdên mezin dide.
Tûgayan, li ser qenalên xwe yên Telegramê derheqê operasyona ku kirine de agahîyan da.
Li gorî daxuyanîyê Tûgayên Qessam, li Refahê di taxa Siûdî de bi roketên Yasîn-105ê wesayîta îşxalkeran hedef girtine. Piştî operasyonê helîkopterên sîyonîstan hatin mirî û birîndarên xwe birin.
Micahîdên Qessam, li derdorê Camîîya El Şubeylê leşkerên sîyonîstan bi qenasê hedef girtin û hedefên wan îsabet girt.
Micahîdan, bi fuzeyên “Racûm” ku 114 mm menzîla wî heye odeya îdareya dijmin ku li herêma “Netzarîm” e hedef girtin.
Tûgayên Qessam, li Refahê di Kampa Şaburayê de jî Tankeke Merkawayê bi roketên Yasîn 105an hedef girtin.
Xeyn ji vana Serîyyeyên Qudsê jî li Xezzeyê li dijî îşxalê çend operayonan li dar xisitn û derheqê wan operayonan de agahîyan dan.
Serîyyeyan, teqemenîya ku li nêzê goristana Tunisê ku li rojhilata Şucaîyeyê ye kiribûn binê erdê di dema derbasbûna wesayîtên îşxalkeran de teqandin û wesayîta terorîstan îmhe kirin.
Serîyyeyên Qudsê, herêma leşkerî “Sofa”yê bi topên hewanê bombe kirin.
Hat îfadekirin ku Serîyyeyên Qudsê li rojhilata Taxa Şucaîyeyê 2 wesayîtên sîyonîstan îmhe kirin. (ÎLKHA)