Hat diyarkirin ku 9 vagonên trêna rêwîyan a ku sefera Vorkuta-Novorossiyskê dikir ji rê derket.

Wezareta Tenduristî ya Rûsyayê, daxuyand ku di nav vagonan de nêzê 50 kesan bi birîndarî hatin derxistin û rewşa 7 birîndaran jî giran e.

Li gorî diyarîyên ewil di rêya hesin de ji ber baran zêde xesar pêk hatîye û ev xesar jî bûye sedema qezayê. (ÎLKHA)