Wezareta Tenduristî ya Daxistanê diyar kir ku, di navbera mirîyan de polês jî hene.

Hat diyarkirin heta niha 46 kes birîndar bûne û ji wan jî rewşa 7 kesan giran e.

Hatibû diyarkirin ku di êrîşê de 15 polês 4 jî sîvîl miribûn.

Hatibû daxuyandin 5 kesên ku êrîş kiribûn her 5ê wan jî hatine kuştin.

Ji teref rayedaran ve hat destnîşankirin yên ku êrîşan li dar xistine ji herêma Daxistanê bûne. (ÎLKHA)