Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê û Lijneya Yên Ku Hatine Serbestberdan û Êsîran ku girêdayê Rêxistina Sazîya Fîlîstînî ye, derheqê êsîrên ku hatine desteserkirin de daxuyanîyeke hevpar kirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ûnsurên rejîma îşxalker li El Xelîla Şerîaya Rojavayê û Ramallahê êrîşan li dar xistin.

Hat diyarkirin ku di êrîşan de 12 Fîlîstînî hatin êsîrgirtin û ji malan re zerar hatine dayîn.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Şerîaya Rojavayê 9 hezar û 360 Fîlîstînî hatine êsîrgirtin. (ÎLKHA)