Ji teref mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve li Derbend û Maxaçkaleyê bi çekan êrîş li du Dêr, Sînegog û qereqoleke polêsan hat lidarxistin.

Li gorî çapemenîya Rûsyayê bi tevî çend sîvîlan 15 polês mirin, 13 polês jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin li Derbendê rahîbek li Maxaçkaleyê jî ji ber ku katedral hatîye bombekirin nobedarekî dêrê mirîye. Di êrîşê de dêr û sînegog jî şewitîn.

Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket lê hat diyarkirin ku herî kêm 4 êrîşdar jî hatine kuştin. (ÎLKHA)