Hîzbullah, di daxuaynîya ku belav kir de îfade kir ku ew ji êrîşa balafirên herbê yên sîyoînstên ku li bajaroka El-Hayarayê li dar xisitne re bersivê dane û li dijî sîyonîstan operasyon li dar xistine.

Hîzbullah, li dijî baregeha Tûmena 91emîn a li Ayelet Hasaharê operasyoneke asîmanî li dar xist, di encamê de efser û leşker hatin hedefgirtin. Hat îfadekirin ku di encama operasyonê de mirî û birîndar çêbûne.

Çavkanîyên îbranî îfade kirin ku li rojhilata Safedê şewat derketîye, helîkopterên ku birîndaran bar kirine xwe li Nexweşxaneya Safedê re daxistine.

Rejîma îşxalker doh, li nêzê bajaroka El-Hayarayê li dijî mirovekî ku ji serokên Cemaetul Îslamî ye sûîqestek li dar xistibû. (ÎLKHA)