Nêzê 20 kîlometre dûrê navenda Çinarê li gundê Kazuxê ji ber sedemeke ku hêj nediyere şewat derket.

Şewata ku derket bi tesîra bayê belav û mezin bû, bi xebateke mezin hat vemirandin.

Hat hînbûn ku di encama şewatê de 150 donim erd şewitîye.

Derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)