Derbarê mijarê de ji teref Yahya Serîyê Berdevkê Hêzên Çekdar ê Ensarullahê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Serî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew li Behra Ummanê li dijî keştîya Transworld Navigator a Amerîkayê bi mûşekan operasyona lidar xistine.

Serî di berdawama daxuyanîya xwe de diyar kir ew li Behra Sor jî li dijî keştîyê Amerîkayê operasyonê li dar xistine û keştîya ku  aîdî Amerîkayê bû hedef girtine.(ÎLKHA)