Li gundê Tobîn û Herberêya Çinara Dîyarbekirê û li gundên Reşan û Drînê ya Şemrexa Mêrdînê di nav erd û qorîyan de şewat derketibû.

Şewat, bi tesîra bayê ji herêmeke mezin û berfireh re belav bû.

Xesara ku ji ber şewatê çêbû bi dronê hat kişandin.

Di encama şewatê de heta niha 12 kesan canê xwe ji dest dan, 78 kesan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)