Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Kuweytê ve hat dayîn de ji hemwelatiyên li Lubnanê hat xwestin ku di zûtirîn dem de welatê xwe terk bikin û ji kesên ku nikarin derkevin derve jî bi Balyozxaneya Kuweytê re têkilî daynin.

Di daxuyaniyê de herwiha hişyarî hat dayîn ku welatiyên Kuweytî neçin Lubnanê.

Hizbullah û rejîma îşxalker a siyonîst ji 8ê Cotmehê ve li ser xeta sînor a bi navê "Xeta Şîn" şer û pevçûn diqewimin.

Artêşa rejîma îşxalker di 18ê Hezîranê de ragihandibû ku “plana operasyonê” ya êrîşeke muhtemel a li ser Lubnanê pejirandibû. (ÎLKHA)