Komeleya Kerwana Hêvî ya Êlihê gihandina goştê heywanên qurbanê yên di bin wekaleta xêrxwazan de ji kesên hewcedar re didomîne.

Kerwana Hêvî ya ku ji roja ewil a Cejna Qurbanê ve bi xurtî xebatên xwe dimeşîne, goştê sor gihand malbatên hewcedar ên bajêr.

Serokê Komeleya Kerwana Hêvî ya Êlihê Nurettîn Teymur di daxuyaniya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir wan ji bo 3 hezar malbatên hewcedar û bi taybetî jî êtîm alîkariya goştê sor kirin e.

"Me qurbanan li hawîrdorek paqijî di bin çavdêriya beytar de serjê kirin"

Teymur diyar kir ku wan Eyda Qurbanek e din li pey xwe hiştiye û wiha got: "Kerwanê Hêviyê yê Êlihê ku li ser rûyê malbatên feqîr û sêwî ken dihêle, xebatên xwe didomîne. Me qurbanên ku xêrxwazan wek wekîl dan me serjê kirin û paket kirin. Me goştê qurbanê yê ku me îro di bin çavdêriya beytar de serjê kir, li malbatên xwe belav kir.”

"Em li hêviya piştgiriya xêrxwazên xwe ne"

Teymûr, diyar kir ku ew bi kêfxweşiya ku malbatên feqîr û sêwî ken dikin û wiha got: "Em hêvî dikin ku xêrxwazan bi goşt, erzaq, eynî û alîkariya neqdî ji Kerwana Hêvîyê ya Êlihê re bibin alîkar. Îsal jî wekî Malbata Kerwana Hêvîyê ya Êlihê, me qurbanên xwe li Xezzeyê serjê kir û goştê wê jî li wir belav kir. Me li derveyê welat di 30 welatan de organîzayonên xwe yên qurbanê pêk anî.”

“Malbatên ku salê carekê goştê sor dixwin hene”

Teymur, anî ziman ku wan di tevahiya salê de ji kesên hewcedar re alîkarî dikin û wiha dewam kir:

"Me beriya Cejna Qurbanê bi xêrxwazên xwe alîkariya cil û berg û şekirê cejnê dan nêzî 200 malbatan. Bi minasebeta Cejna Qurbanê me alîkariya goştê sor da 3 hezar malbatan. Malbatên me hene ku tenê salê carekê goştê sor dixwin. Me bi gihandina alîkariya goştê sor wan kêfxweş kir. Xwedê jî rûyê xêrxwazên me bidê kenîn." (ÎLKHA)