Qeza, di seet 08.30an de li ser rêbeja D-300a Meheleya Yukariulupinara navçeya Darendeyê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, otomobîla bi plaqeya 44 AEA 718 a ku di bin kontrola O.C. (34) de bû dema ku ji Darendeyê diçû Meletî, ji ber ku ji bin kontrola şifêr derketibû qeza kir û pêşî ket qenala avê dû re jî teqla avêt.

Di encama qezayê de şifêr O.C., S.U (31), û Y.A.U. (2) giran birîndar bûn, B.P. (31) di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da.

Li ser agahdayinê ekîbên tendirustî û cendirmeyan hatin sewqkirin li cihê bûyerê.

Birîndar piştî alîkariya ewil a li cihê bûyerê hatin rakirin nexweşxaneyê, cenazeyê B.P.yê ji bo otopsiyê hat birin saziya tiba edlî. (ÎLKHA)