Êrîşên rejîma îşxalker yên li dijî Xezzeyê didomin.

Çavkanîyên tenduristîyê yên Xezzeyê, destnîşan kirin ku rejîma îşxalker li Nuseyratê malekî hedef girtin, di encama wê êrîşê de 2 Fîlîstînî şehîd bûn, 12 kes jî birîndar bûn.

Artêşa îşxalkeran li dijî Kampên Bureyc û Megazîyê jî êrîşan li dar xist û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Balafirên herbê jî li başûrrojhilata Xezzeyê li dijî Taxa Zeytûnê êrîşan li dar xistine, herî kêm 8 Fîlîstînî şehîd bûn.

Heta niha 37 hezar 431 Fîlîstînî şehdî bûn û 85 hezar û 653 Fîlîstînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)