Di teşkîlata Qurbanê ya 2024an de, Yetîm Elî ya Ewrûpayê, ÎHO EBRAR, Kerwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman bi hev re gihandina goştê heywanên qurbanan ji malbatên hewcedar re berdewam dikin.

Di çarçoveya xebatên ku tên kirin de Yetîm Elî ya Ewrûpayê û IHO EBRAR çûn Kenyayê û goştê serjêkirî, carna li cihên belavkirinê û carna jî bi gihandina navnîşanan didin malbatên hewcedar.

Yetîm Elî ya Ewrûpayê û IHO EBRAR ku ji roja ewil a eydê heta niha bênavber xebatên xwe didomînin, bi piştgiriya xêrxwazan armanc dikin ku xwe bigihînin temaşevanên berfireh. (ÎLKHA)