Komîseriya Alîkarî û Vegerandina Koçberên Mîzanur Rahman diyar kir ku barana mûsonê li bajarê Cox's Bazarê bi bandor bû.

Hat diyarkirin ku baregehên li kampên 8, 9, 10 û 14an ji ber lehî û şimitîna ji ber barana mûsonê di bin av û axê de mane.

Rahman di îfadeya xwe de diyar kir ku 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kampê dewam dikin.

Kamp gelek caran dibe hedefa lehî û hezazê û ev yek ji bo bi hezaran kesên ku li kampan dijîn xeteriyeke mezin a ewlehiyê ye.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kampê dewam dikin. (ÎLKHA)