Bûyer li gundê Alîmpinara girêdayê navçeya Afşînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du malbatan de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn pevçûn derket.

Di encama pevçûna ku derket de du kesên ku birayên hev bûn û emrên wan 17 û 20 bû bi sîlehan hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derheqê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)