Derbarê mijarê de ji teref Merwan el-Hemsê Koordînatorê Nexweşxaneyên Sahrayê yên li Xazzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

El-Hemse di daxuyanîyaku belav kir de destnîşan kir, rewşa li Xazzeyê di warê tenduristîyê de gihaştiye asta felaketê û ji ber ku rejîma siyonist a terorîst nexwşexaneyan hedef digrin rewş xirabtir û nebaştir dibe.

El-Hemse di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, li nexweşxaneyan êdî ji kesên nexweş û birîndar re cî nemaye û ji ber kêmbûna dermanan şehîd dikevin.(ÎLKHA)