Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bang li sazîyên navneteweyî hat kirin da ku demildest mudaxele li rejîma siyonist bê kirin da ku dawî li vê qirkirin û qetlîama ku tê kirin bê anîn û dûre wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Li Şerîda Xazzeyê şerê birçîhiştina zarok, pîrek û bi milyonan sîwîlan bê navber berdewam dike. Tesîra birçîbûn û felaketa mirovî ya li Xezzeyê her ku diçe zêde dibe. Hikûmeta îşxalker a Nazîst Xazzeyê bi temametî dorpêç kiriye û li hember sîwîlên masûm gavên herî hovane davêje. Lazim e demildest mudaxele li rejîma îşxalker bê kirin da ku dawî li vê qetlîam û qirkirinê bê anîn.”(ÎLKHA)