Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî 24 salan di çarçoveya serdaneke fermî de hat Pyongyana paytexta Koreya Bakur.

Serdan, li ser daweta Serokê Komara Gel a Koreyê Kim Jong Un pêk hat.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li Balafirgeha Pyongyangê pêşwaziya Vladimir Putin kir.

Hat diyarkirin ku Pûtîn û Kîm ew ê sibê bicivin û hinek peymanan îmze bikin. (ÎLKHA)