Komeleya Girtiyên Filistînê ragihand ku rejîma sîyonîst piştî destpêkirina êrişên xwe li ser Xezzeyê herî kêm 640 zarokan desteser kirîye, hinek ji van zarokan serbest hatin berdan û hinekên din jî hêna di girtîgehê de ne.

Hate îfadekirin ku nêzî 250 zarok di zindanan de îşkence dîtine.

Hate destnîşankirin ku îşxalkeran li Ramallahê zarokekî 7 salî desteser kirin, zarok rastî lêdanê hat û bi zanebûn ji mala xwe dûr hiştin. (ÎLKHA)