Qeza li ser Rêbeja Peravê Behra Reş a navçeya Îyidere pêk hat.
Wesayîta ku di bin îdareya Û.B. de bû û ji Rîzeyê diçû Trabzonê ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksyonê winda kir li barîyeran qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristiyê, polês û îtfaiyeyê hatin sewqkirin.
Kesên birîndar ji aliyê ekîban ve ji wesayîtê hatin derxistin û bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan.
Hat destnîşankirin ku ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê dayik û 2 zarokên xwe canê xwe ji dest dan, bav û kur jî bi giranî birîndar bûn.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)