Li Taxa Ispahalar a Gundê Sûsûzê duh danê nîvro şewat derket. Ekîbên îtfaiyeyê yên ku ji teref Midûriyeta Herêmê ya Daristanan ji Kastamonu, Qarabuk û Çankiriyê re hatin şandin, midaxeleyî şewatê kirin.

Hat diyarkirin ku di encama xebatên demdirêj ên ekîban de şewat hat kontrolkirin, 11 xanî nikarin bên bikaranîn. (ÎLKHA)