Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Tûnisê hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokomar Kays Saîd bi minasebeta Cejna Qurbanê Hêza Efûya Taybet a Serokomariyê bi kar aniye.

Bi minasebeta Cejna Qurbanê ji bo 431 girtiyan efû derxist. 298 girtiyên ku ji efûyê sûd wergirtin hatin berdan, cezayên girtiyên din jî hat hêsankirin. (ÎLKHA)