Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew li bajarên; Edene, Entelya, Êlih, Dîyarbekir, Xarpêt, Entap, Colemêrg, Îzmîr, Stenbol, Karaman, Mêrsîn, Mûş, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê li dijî PKKê operasyona Bozdogan-42 li dar xistine.

Yerlîkaya îfade kir ku di encama operasyonan de tivingên bêrihset û gelek amûrên rêxistinê hatine bidestxistin. (ÎLKHA)